Amerîka derbarê mana li Kurdistanê gumanan nahêle

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino radigihîne, Amerîka li Herêma Kurdistanê û Iraqê dimîne û rewşa wan ji ya Efxanistanê cuda ye.

Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, “Serok Biden têdigihe girîngiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û bi ronî ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re got ku aramiya Iraqê ji bo herêmê girîng e”.

Got jî: “Rewşa Iraq ji ya Efxanistanê cuda ye, şerê DAIŞê bi dawî nebûye û berjewendî dixwazin ku pêwendiyên Amerîka û Iraqê berdewam bin”.

Robert Palladino tekez kir: “Pêwendiyên Biden ên bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene. Amerîka ji Herêma Kurdistanê û Iraqê dernakeve, tenê hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê tên derxistin”.

Konsulê Amerîka bi zimanê Kurdî jî got: “Hez dikim pêwendiyan bigihînim asteke bilindtir, ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê û Amerîka”.

Ragihand jî: “Em pabendî pêwendiyên demdirêj ên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re ne. Niha pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Amerîka de ji her demeke din bihêztir in û dê berdewam bin jî”.

Pustên heman beş