PKKe di demên weha de di guhê gay de di raze

PKKe di demên weha de di guhê gay de di raze

Di nava medyayên bi kurdî weşanê dikin, bi tenê medyaya PKKê li himber seredana Macaron ji boy Kurdistanê bê deng, bê reng û bê helwest bû.

Bi tenê di dema seredana kesatî û serok û berpirsên cîhanê de medyaya PKKê bê deng dimîne, li demekê medya navxwe, herêmî û cîhanî van serdanan weke rumet û şanazî bo Herêma Kurdistanê bi nav dikin, lê PKKe pirr aciz dibe û wusa li xwe dike her weke di guhê gay de razaye.

Dibe baştirîn çareserî ji boy bê deng kirina derewên PKKê di medyaya wê de, seredana rojane a serok û rayedarên dewletên zilhêz e.

Hêjayî gotinê ye, PKKê li wexta serdana Papa Francis papayê Vatican ê jî ji bo Başûrê Kurdistanê, her bê deng û bê helwest û pirr aciz bû.

Medyaya PKKê ku li dema serdana serok û rayedarên dewletên zilhêz de ji bo Başûrê Kurdistanê di guhê gay da razaye, ew wusa di fikre ku gelê kurd jî di guhê gay da razaye, di fikre ku heger medyaya wê çi agahî li ser serdana Macaron parvenekirin, gel tu agahîyan nastîne, ya rast medya PKKê tenê li nava gerîla, alîgirên rêxistinê û nava rêxistinê tê şopandin û wê tu agahî li derbarê serdana Macaron parvenekirin ji bo ku ew naxwaze gerîla bizane çi l Başûrê welat diqewime.

Pustên heman beş