Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, kesekî bi navê Essaf Mustefa Bekir ligel hevjîna xwe di mala xwe de bi kêrê hatin kuştin û zaroka wan 8 salî jî birîndar bû.
Hat zanîn Essaf Mustefa Bekir ku 35 salî ye, ligel hevjîna xwe di mala xwe de bi kêrê hatine kuştin û zarokek wan a 8 salî jî birîndar bûye û piştre ji bo nexweşxaneya Minbicê hat veguehstin ku niha rewşa wî baş e.
Essaf xelkê Gundê Qiçikê yê Kobaniyê ye û bavê 5 zarokane û xwediyê dikaneke kirîn û firotina dolar e. Sedema kuştina wan hîn nehatiye zanîn û Asayîşa Kobanî çûye cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.