Plana Erdogan ya ji bo MHP û HDPê !

Plana Erdogan ya ji bo MHP û HDPê !

Eve demeke hukumet ji bo guhertina destûra hilbijartina û partiyên sisyaî di nava xebatekî de ye. Ji bo AKP bikaribe pêşniyara amade kirî ji parlementoyê derbas bike divê MHP pişgiriyê bike.

Li gora agahiyên ji nava AKPê tên dibêjin ku, MHP gelek tiştan de ne raziye,lê dixwaze benda hilbijartina ji % 10 dakeve û bibe % 7. AK Partî jî ev yek qebûl kiriye.

Di vê derbarê de rojnemevana pirs ji Erdogan kirin û Erdogan bersiva vê pirsê de got: Biryara MHPê ya dawiye,lê hevalên me hêja biryara dawî nedane,lê daxistina bendê heta % 7 temam bûye.

Ji aliyek din ve kesayetek di nava Ak partiyê de ku naxwaze navê wî bê eşkerekirin dibêje ku; ” Niha tê gotin ku eger MHP bi serê xwe yanî bê Tifaq bikeve hilbijartina dê di bin bendê de bimîne,ji bo ev metirsiya MHPê ji holê rabe benda hilbijartine dibe % 7. Ji ber ku di hinek rapirsînên ku nayên eşkerekirin de MHP di bin benda % 10ê de dimîne. Bê guman ev yek tê hesabê HDPê jî, ji ber ku HDP li dor benda % deh e.

Hinek kes dibêjin ku ji bo MHPê û DHPê ev bend dibe % 7 û vê yekê wek operasyona serkeftina MHPê û HDPê didin nîşandan.

Pustên heman beş