PKK ê li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavek nû da destpêkirin

PKK ê li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavek nû da destpêkirin

Medyaya PKK ê ji duh ve dest bi pêngaveke êrişkarî a nû kir. Di heman demê de bi hevre, rêveberiya Herêma Kurdistanê, PDK û Mesûd Barzanî di hemû çapemeniya PKK ê de hatin armanc kirin. di hemû dezgehên ragehandinî de hemwext bi  nûçeyên xeyalî-derew yên cihêreng êriş kirin ser îrada Başûrê Kurdistanê.

Lêrastanîna êrîşan girîng e

Bi salan e PKK li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi êrişkarîyekî bêexlaqane kiriye.  Bi taybetî jî ev nûçeyên derew gelek caran hatine îsbat kirin ku sînaryo ne. Lê piştî serdana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dest bi êrişan kirin, pir balkêş e. Her kes wedifikire ku sedema êrişên PKK yên; “PDK ê wekî ajan û Herêma Kurdistanê wekî hevkarek Tirkan nîşan dide” ji bo belavkirina atmosfera erênî ya ku ji ber seredana Serokkomarê Fransayê hatî çêkirin hate kirine. Tiştê herî zêde PKK jê ditirse navdewletî bûna statûya herêma Kurdistanê ye.

Propagandaya ku çapemeniya PKK ê bi salan e dike, hertim hewl dide ku Herêma Kurdistanê hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo raya giştî ya biyanî mîna cihekî bêewle û metirsîdar destnîşan bike.

Çapemeniya PKK ê zîyareta Macron nedît

Medyaya PKK ê çavên xwe li serdana Macron a Herêma Kurdistanê girtin û nexwest bibine lê vê zîyareta Macron di hemû cîhanê de bandorek erênî a mezin çêkir. Şêwazê Pêşwazî kirin a Macron di nava hemû Kurdan de bû cî yê Şanazî û serbilindî yê. PKK ê ev zîyareta ku bûyî mijara sereke ya herêmê û cîhanê xwest nebine lê bele di malperên xwe yên medya civakî de rêbazek dî, di şopîne.  Trolên medyaya civakî yên PKK ê bi şîroveyên bêqîmet kirinê wekî; zîyareta Macron ji bo eşîretê-Qebîlê destnîşan kirin û xwest nirxê vê zîyareta dîrokî kêm bikin. Em bi vê helwesta çapemeniya PKK şaş ne bûn ew kare layîqê xwe dikin. Medyaya PKK ê ku di şert û mercên asayî de xwepêşandanên du dikandarên li Başûrê Kurdistanê çêdibe, ragahandina PKK ê dibêje “Li Başûrê Kurdistanê serhildan heye” û bûyerên xeyalî pêk tîne û derewên bibask dike.

Çapemeniya PKK ê berê naha serdana Papa Francis, ya ku hemû cîhanê deng veda yî jî nexasti bû bibî ne

Nûçeyên Ozgûr Polîtîka

Rojnameya PKK ê ya li Ewropayê Ozgûr Polîtîka, îro bi vê manşete “Hate zanîn ku PDK bi berember pera ji bo teslîmkirina hinek an bi Mît ê re muzakere dike” derket. Li gorî vê yekê, pêşmergeyan sê kes li nêzî Xalifanê girtine û ew niha amadekarî dikin ku beramber pera wan bidin Tirkiyeyê. Medyaya PKK ê dibêje ku ew axavtina sê malbatên gerîla ye. Lê der barê nasnameya van malbatan çi agahîyan nade, çavkaniya vê zanyarîyê jî dîyar nîne.

Dema ku em li naveroka nûçeyê dinêrin, tê fêhmkirin ku ev nûçe li ser maseyê navenda derewan a PKKê hatîye nivîsandin.

Heman derew di Ronahî TV de jî tê belavkirin

Ronahî TV, ku li Qamişlo weşanê dike, div an rojên dawî de nûçeyên Herêma Kurdistanê wekî nûçeya yekemîn dide. di Rohahî TV de, nûçeyên ku dibêjin Başûrê Kurdistanê ne cî yê jîyanê ye, Pêşmerge bi alîkariya dewleta Tirk  êrîşî gerîla dike, têne weşandin. Em dizanin ku Rohanî TV, bi komîteya çapemeniyê ya PKK ve girêdayî ye û rojevê ew komîte dîyar dike. Bi taybetî weşanên van rojên dawî, ji ber zêde bûna pirsgirêkên aborî, civakî û dadwerî  yên li Rojava ku her diçe zêde dibin, ew dixwazin vê rewşê veşêrin û manîpule bikin.

Pustên heman beş