Derbara teqîna li kampa Qadiya ya ku kurdên Êzdî lê dimînin, çav li ser PKKê ne

Derbara teqîna li kampa Qadiya ya ku kurdên Êzdî lê dimînin, çav li ser PKKê ne

Di teqîna ku li kampa Qadiya ya ku kurdên êzdî li navçeya Zaxo ya ser bi Duhokê lê bi cih bûne da, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 3 kes birîndar bûn û rewşa yek ji birîndaran jî girane.

Kampa Qadiya ji aliyê îdarî ve girêdayî bajarokê Sêmêlê yê ser bi Duhokê ve ye. Ew kampeke ku nêzî 2000 malbat lê dijîn. Teqîn saet 22:15 pêk hat. Karbidestên ewlekariyê ji deqîqeyên yekem hatin deverê da ku sedema teqînê lêkolîn bikin. Rayedaran gotin ku ewê sedemê bûyerê lêkolîn bikin.

Danasîna çembera malbatê

Hat diyarkirin ku bûyer li pişta 4 kabînên ku xizim lê dimînin qewimiye. Paşê, hat tespîtkirin ku teqîn bi kablê ku 40-50 metre dûrî cihê bûyerê hatye kişandin pêk hatye. Hate hînbûn ku teqîn ji ber teqemeniya li pişt kabînan hatiye bicîkirin pêk hatiye. Heya niha, tê lêkolîn kirin ka kê ev kabil daniye.

Piştî ku sedema teqînê hat lêkolînkirin, pirsa ku kî dikare vê teqînê bke hat rojevê. Malbatê got ku berî niha PKKê gef li wan xwaribûn.

Şêxekî êzdî yê bi navê Hesen Îbrahîm li cihê ku kabîn lê ne dijî. Lê nasnameyek dina girînga Hesen Îbrahîm heye: ew fermandarê nîzama giştî ye. Şêx Hesen Îbrahîm berpirsyarê sereke yê ewlehiya rojavayê Dîcle yê (Dîcleya Rojava)ye. Dîcle herêmeke ber bi rojava ve ku xetên Şengal, Zumar û Sihêla tê de hene. Ev nasnameya Şêx Hesen Îbrahîm sedemeke ku PKKe tehdîd bike.

Daxuyaniyên waliyê Şengalê û rayedarên êzdî

Qaymeqam ê Şengalê Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de got ku şopa PKKê di vê bûyerê de hatye dîtin. Di daxuyaniya xwe de, Xelîl got, “Şêx Hesen Navekî pir populere û giranîyek li ser civaka êzdî heye. Wî gelê êzdî parastin û pêşî li belavbûna wan girt. Di van salên dawîn de ji aliyê PKKê ve tim tê tehdît kirin. Em hema hema piştrastin ku PKKê ev teqîn pêk aniye, “.

Manîpulekirina çapemeniya PKKê

Ji deqîqeyên ewilên teqînê, Çira TV û Stêrk TV yên girêdayî PKKê îda kirin ku bûyer ji aliyê balafirên şerên Tirkiyê ve hatiye kirin. Medyaya PKKê ragihand ku ji bal Herêma Kurdistanê destûr hatiye dayîn ku bi hevkariya Tirkiyeyê êzdî werIn kuştin.

Tevî ku di derbarê bûyerê de tu agahî û delîl nînin, lê tê fikirîn ku sedemên dInên li pişt manîpulasyona çapemeniya PKKê ya bi vî rengî hene. Ji ber ku PKKê berê îdîa kirbû ku pêşmergeyan di 7ê Hezîranê de li Metîna-Amediyê êrişî gerîla kiriye û paşê balafirên Tirkiyê bi şaşitî li pêşmergeyan xistiye. Lê belê, fermandarê HPGê yê bi kodnavê Ozgûr Jiyanda ku di 21ê Hezîranê de ji PKKê veqetiya, ragihand ku PKKê bi êrîşa moşekî 5 pêşmerge şehîd kirine.

Bi heman awayî, PKKê got ku tu pêwendiya me bi bûyera şehadeta rêveberê asayîşa giştîya Serê Zêrê Xazî Salih Alîxan di 8ê cotmehê de nîne. Dûvre, eşkere bû ku Xazî Salih Alîxan ji aliyê yekîneyên ser bi PKKê ve hatiye teror kirin.

Pustên heman beş