PKKê ev du zaroke jî revandin

Şêx Meqsûd- PKKê 2 zarok revandin û ew kirin çekdar

Derengê êvara roja sêşemê çalakvanên ji Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku rêxistina ‘’Ciwanên Şoreşger’’ a PKKê 2 zarokên kur dli taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandine û wan çekdar kiriye.

Rojnameger û çalakvanê mafê mirov li Rojavayê Kurdistanê Rohat Mihemed ji BasNewsê re axivî û aşkere kir roja sêşemê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê 2 zarokên temenê wan di jêr 16 salan de hatine revandin û çekdarkirin ji aliyê rêxistina ‘’Ciwanên Şoreşger’’ a ser bi PKKê.

Herwiha Rohamat Mihemed ragihand navê zarokekî Ciwan Hebeş û yê din jî Kawe Birome ye û temenê wan di jêr 16 salan deye û xelkê Efrînê ne û bi penaberî li Helebê dijîn û di rewşeke wisa jî de PKK dev ji wan bernade û zarokên wan werdigire û wan çekdar dike.

Di berdewamiyê jî de Rohat Mihemed aşkere dike piştî revandinê wê PKK wan zarokan li kampên serbazî bi cî bike û piştî rahenana serbazî wan bişîne şer û heta niha gelek zarokên Rojavayê Kurdistanê ji bo şerên PKK li Qendîl û Şingalê hatine şandin.

Ji destpêka sala 2021ê heta niha PKK bi dehan keç û kurên zarok ê Rojavayê Kurdistanê revandine û ew çekdar kirine.

Pustên heman beş