p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
2 hemwilatiyên Şêladizê di topbarana Tirkiyê de birîndar bûn

Topxaneya artêşa Tirkiyê, îro liv û tevgerên çekdarên rêxistina PKKê li gundên dorbera Şêladizê topbaran kirin, di encamê da, 2 hewilatiyên sivîl birîndar bûn.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemê 2/9/2021an, topxaneya artêşa Tirkiyê a dagîrker, nuqte û liv û tevgerên çekdarên PKKê li aqarê gundê “Sîdan” yê girêdayî navçeya Şêladizê li devera Nêrwe û Rêkan topbaran kir, di encamê da, du hemwilatî birîndar kirin.
Dest nîşan kir, ev êrîş li sa’et 2:00 Paş nîvrojê pêkhatîye û kesên ku birîndar bûne navên wan wusaye:
-
Hecî Ebdulla yê temen 55 sal û ji gundê Sîte yê hoza Rêkanîyan.
-
Sabir Umer yê temen 45 sal ji gundê site yê hoza Rêkanîyan.




