Bafil Talebanî: Belge heye ku ez hatime jehrîkirin

Bafil Talebanî: Belge heye ku ez hatime jehrîkirin

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di hevpeyvînekê de li gel medyayên Herêma Kurdistanê, ragihand, belgeya wî heye ku hatiye jehrîkirin û got, pizîşkan ji wî re gotine, “tu çawa mayî?”

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ku di hevpeyvîna li gel Bafil Talebanî de amade bû û biryar e di demek nêzîk de li Rûdawê bê belavkirin, derbarê naveroka giftugoyan got, Bafil Talebanî berî destpêkirina hevpeyvînê û piştî wê jî, zanyariyên zêde li ser rewşa navxwe ya YNKê der kirin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, Bafil Talebanî got, “Pizîşkan ji min re gotin, tu çawa mayî? Ev jehrîkirin bi cûrekê bûye ku tu di demeke kurt de nemînî û te çawa tehemul kiriye?” û wî gotiye, “Bergiriya laşê min bihêz e û werzişê dikim.”

Erkan Elî dibêje, ji Bafil Talebanî pirs kiriye ka belga wî heye derbarê jehrîkirinê de? û Hevserokê YNKê jî gotiye, “Belê, belga min heye, hem pişkinîna navxweyî û hem pişkinîna derekî û Rûsî jî heye ku ez hatime jehrîkirin. Îtîraf, vîdyo û komelek belgeyên din jî hene.”

Li ser pirsa ka çima wan belgeyan belav nake, Bafil Talebanî ji peyamnêrê Rûdawê re ragihand, çaverêyî dadgehê dike û hê jî yekalî nebûye ku dadgeha navxwe be yan jî li derve giliyê tomar bike û belgeyan eşkere bike.

Derbarê wê pêşniyaza bo Lahûr Şêx Cengî jî ku Herêma Kurdistanê bicih bihêle, Bafil Talebanî got, “Min ew pêşniyaz nekiriye û wî bi xwe daxwaz kiriye, herwiha daxwaz kiriye ji aliyê organên resmî yên YNKê ve ew pêşniyaz bê kirin ku 104 îmzeyên serkirdeyan li ber bên danîn ku tê de daxwaz jê tê kirin Herêma Kurdistanê bicih bihêle. Min û Berhem Salih, wek serokomar, me îmze nekir. Min jê re jî gotiye, Kurdistanê bicî nahêlî, bêdeng rûne û beşdarî kampanya hilbijartinê jî nabe.”

Pustên heman beş