Firokeyeke Tirkiyê li Şingalê binkeyeke PKKê bombebaran kir

Firokeyeke Tirkiyê li Şingalê binkeyeke PKKê bombebaran kir

Li sînorê navçeya Şingalê, firokeyeke şer a Tirkiyê binkeyeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran kir.

Li gor zanyariyan; beriya demeke kin, li sînorê navçeya Şingalê binkeyeke PKKê hat bombebarankirin.

Êrîş ji aliyê firokeyeke şer a Tirkiyê ve hat encamdan û hîn ziyanên êrîşê nehatine ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî salek e şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam in û ji ber hebûna PKKê li deverên Şingal, Qendîl û Mexmûrê, heta niha çendîn car ew dever ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Pustên heman beş