“PKK rê nade koçberên Efrînê vegerin ser mal û halên xwe”

"PKK rê nade koçberên Efrînê vegerin ser mal û halên xwe"

Çalakvanê sivîl li Rojavayê Kurdistanê radigehîne ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rê nade koçberên bajarê Efrînê vegerin ser mal û halên xwe.

Çalakvanê siyasî Mestefa Şêxo ji BasNewsê re ragehand: Xelkê koçber ê Efrînê yê ku nav çadir û kon de li Şehba û rojhilatê Firatê niştecîh bûne, hewla vegera ser mal û halên xwe didin, lê PKK rê nade wan.

Mistefa Şêxo ragehand: ‘’PKK hem rê li vegera koçberan digre, hem jî piştevaniya navnetewî ji bo wan koçbera dike, lê çi piştrastî, seqamgirî û asayîş di navçeyên bin desthilata PKKê de heye?’’

Mistefa Şêxo got, PKKê vê dawiyê 22 zarokên keç û kur revandine û ew şandine leşkerîgehan. Ji wan jî Kawe Birîmo, Ciwan Hebeş ên koçberên Efrînê, Fatîme Idrîs Nesan li Til Rifet û Mihemed Îbrahîm Caro û gelekên din û bi ecêbmayî dipirse: ‘’PKK behsa kîjan cure piştrastiyê dike? Ew bixwe metirsiya herî mezine li ser kurdan, bi taybet jî li rojavayê Firatê.’’

Çalakvanê sivîl dibêje berevaniya rasteqîn di niştiman de tê kirin, ne ku nav çadiran de û ragehand: Armanca PKKê ya hiştina xelkê Efrînê di nav çadiran de, ji bo ku zarokên wan bibe leşkerîgehan û wan bike çekdar û wan beşdarî nav şerên xwe yên şikestî bike û navçeyê ji xelkên resen vala bike û wan hemûyan ji bo berjewendiya pêkhateyên din dike.’’

Mistefa Şêxo got: ‘’Pêwîste xelkê Efrînê vegere navçeya xwe, ji bo ku erd, bax û xanî û tiştên wan ji wan re bên vegerandin, di cîha ku çadirên PKKê de jiyana bikin ya rast ew e.’’

Ji aliyê din ve nivîskar û helbestvanê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ronî Elî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Ewê ku vedigere Efrînê ne ez û tu ne, ew kurdê kêrên zulmê dadiqurtîne û rijd e li ser vegerê ye.’’

Herwaha çalakvanê siyasî yê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Elyas Remo jî di tora xwe ya civakî ya facebookê de daxwaz ji xelkê koçber û derbeder ê Efrînê kiriye vegerin ser mal û xaniyên xwe, ku ew vegere karekî qehremaniyê ye û dij rawestana dagirkeriyê ye.

Pustên heman beş