Wezareta parastina netewî a Tirkiyê îro tasifye kirina 3 berpirs û fermandarên rêxistna PKKê ragihand ku di êrîşeke asîmanî de li Garê hatine hedef kirin.
Îro 04/09/2021ê wezareta parastina netewî a Tirkiyê bi beyanameyekî ragehand: Di bombebarana artêşa Tirkiyê ya li ser binke û pêgehên PKKê yên li Çiyayê Gare ya Herêma Kurdistanê de 7 çekdarên PKKê hatine kuştin ku 3 ji wan rêveber bûne.
Di beyanamaeya wezareta parastina netewî a Tirkiyê de hat ragehandin ku berpirsê PKK/KCKê yê jinan, berpirsê rêveberiya akademiyan, berpirsê dibistana segvanî ango suîkastan û berpirsê peyvendiyên derve di êrîşa li Gare de hatine jinavbirin.