YNKe bi tundî bersiva Aldar Xelîl dide

ئالدار خه‌لیل-یه‌نه‌كه‌-یه‌كێتی-ynk-aldar xalil-kurdistan-pyd-pkk-rojava (2)

Yekêtîya Niştîmanî a Kurdistanê bersiva daxuyaniyên Aldar Xelîl endamê rêveberîya PYDê da û jêre go ku êdî destwerdanê di kar û barên navxwe ên YNKê de neke, gotinên wî jî bi bê ast û neguncaw nav kirin.

Aldar Xelîl ku berîya niha li ser kenala Rojava Kurdistanê derket û nirxandin ji bo rewşa YNKê kirbû û got ku kirîza di nava YNKê de, bi bandor û destwerdana dewleta Tirkiyê pêkhatîye, hemwext gotbû: siyaseta YNKê li gel siyaseta Ardogan neguncaye û ji ber vê sedemê Tirkiyê kirîz di YNKê de çêkirin.

YNKê Aldar layqî bersivdanê nedît û gotîye nirxandinên wî bê astin

Di bersiva van gotinên Aldar Xelîl endamê PYDê û PKKê de, îro çavkanîyekî ji mekteba siyasî a YNKê daxuyanî da û ji Aldar re gotîye ku ev gotin nayên qebûl kirin.

Di daxuyanîya YNKê de gotinên Aldar Xelîl bi bê ast û neguncaw hatine nirxandin û jêre gotîye: Destwerdana di kar û barên navxwe ên YNKê de nayên qebûl kirin.

Daxuyanîya YNKê ev jî ji Aldar re gotîye: baştire Aldar Xelîl û PYDe hêz û karînên xwe ji bo çareser kirina wan pirisgirêkan bi kar bînin ku gelê me yê Kurd li Rojava welat rastî hatine û êdî destwerdanê di kar û barên navxwe ên partiyên Kurdistanî de neke.

Hêjay gotinê ye, her çend ku Aldar Xelîl xwe weke rayedarek Kurd di hesbîne û ew difkire ku nirxandinên wî girîngin, lê belê YNKê ev kes wusa bê ast nîşan daye ku hêjay tu bersivdayînekê nîne, loma bersiva wî jî ne ji astê jûr hatîye dayîn, lê belê daxuyanî li ser zarê çavkanîyekî ji mekteba mediya YNKê hatîye parvekirin.

Pustên heman beş