PDKe bersiva derewa bi şax a PKKê dide

pdk-kurdistan-peshmarga-pkk-hpg-kck-zap (2)

Partîya Demokrata Kurdistanê bersiva îdîaya rêxistina PKKê dide ku gotibû 7 çekdarên wê li Xelêfanê ji hêla PDKê ve hatine tasfîye kirin.

Hêzên Parastina Gel HPGê baskê leşkirî yê PKKê, duh roja şemî danê êvarî daxuyanî da û têde got ku 7 çekdarên wan ku di xwestin ji çemê Zapê li herêma Xelêfanê derbas bibin, ketin kemîneya Pêşmergehên PDKê û her wiha got ku li gorî agahiyên wan, ew 7 çekdar hatine tasfîye kirin.

Di bersiva PKKê de, berdevkê PDKê daxuyanî da û ev îdîaya PKKê bi derew û dûrî rastiyê bi nav kir û got: PKKe navê PDKê û babetên nerast bi enqest parvedike, tenê ji bo ku tewan û cînayet û desitdrêjiyên xwe yên neyasayî li ser herêma Başûrê Kurdistanê pê bi peçine.

Di daxuyanîya PDKê de ev hatîye gotin: Bila gelê Başûrê Kurdistanê ji PKKê bipirse gelo çekdarên rêxistinê li devera Xelêfanê çi dikin û çi têklîya wan bi wê deverê heye? û bila PKKe bersivê bide.

Rêxistina PKKê ji paş bi dawî hatina serdana serokê Firansayê Emanwel Makron ji bo Başûrê Kurdistanê, êrîşeka dijwar a medyayî li ser Hikûmeta Başûr û Pêşmergehan û PDKê dest pê kirîye, her roj derewka bi şax parve dike û difkire ku gelê Başûr wê ji derewên wê bawer ke.

PKKe ew qas derewan parve dike ku heger bersiva hemû derewên wê bê dayîn, divê Hikûmeta Başûr tu kesabeteka din neke, derewên PKKê li ser Herêma Başûr, Pêşmergehan û PDKê ew qas zorin, bi awayekî ku heger rêxistinê ev qeder derew li ser dagîrkeran parvekirban, niha wê karîba nerîna Tirkên nejad perist jî biguherîne.

Pustên heman beş