Teqînekê îro navenda bajarê Efrînê yê Rojava Kurdistanê hedef kir, agahiyên destpêkê eşkere kirine ku kuştî û birîndar ji sedema teqînê hene.
Li taxa Eşrefiyê ya li navenda bajarê Efrînê yê Rojava Kurdistanê, îro roja yekşemî 5/9/2021ê erebeyeke bombebar kirî teqiya, ji ber teqînê kuştî û birîndar hene.
Agahiyên ji Efrînê xweya dikin ku teqîn li taxa Eşrefiyê ya Efrînê pêkhatîye û kuştî û birîndar hene, lê belê hêjan hejmara wan ya dirust nehatîye zanîn.