Hêzên Îranê kolberekî Kurd ê bavê du zarokan kuştin

كۆلبه‌ر-ئیران-kolber-iran-pasdar-urmiye (2)

Hêzên Îranê li parêzgeha Urmiyê û li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, kolberekî Kurd kuştin ku bavê du zarokan e.

Li gor Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirov, kolberê Kurd Mihemed Xalid Ebdullahzade yê 41 salî şeva Yekşemê 5ê Îlona 2021an ji aliyê hêzên pasevanên sînor ê Îranê ve li ser sînor hatiye kuştin.

Rêxistina Hengaw ragihandiye: Şeva Yekşemê 5ê Îlona 2021, hêzên Supaya Pasdaran li çiyayên sînorê Hacî Omeranê û li cihekê bi navê Şînkê yê ser bi bajarê Pîranşar, teqe li karwana kolberan kirine û di encamê de kolberek hatiye kuştin.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, termê wî kolberê Kurd hêj radestî malabta wî nehatiye kirin.

Mihemed Xalid Ebdullahzade zewicî ye û bavê du zarokan e.

Pustên heman beş