DAIŞê 13 polîs li rojava Kerkûkê kuştin

daesh-karkuk-rashad-west-karkuk-iraq-police (1)

Rêxistina terorîst a DAIŞ ê îro serê sibê li Kerkûkê êrîşa nuqteyeka ewlekariyê a polîsan kir û 13 polîs hatine kuştin.

Serê sibeya îro yekşemê 6/9/2021ê, li herêma Reşad ya li jêrîya Kerkûkê êrîş pêkhatîye, weke efserekî polîsê Îraqê dibêje, êrîş demekî kurt piştî nîv şev hatîye destpêkirin.

Efserê ku nexwestî nasnama wî bihê diyar kirin gotîye ajansa nûçeyan a Firensî: AFP “Çekdarên Dewleta Îslamê, xaleke ewlekariyê kirîye armanc, di wê êrîşê de 13 polîs hatine kuştin”.

Dest nîşan kir, di heman êrîşê de, 8 polîs jî birîndar bûne, DAIŞ ê êrîşên xwe li Rojavayê Kerkûkê û sînorên Mexmûrê pêkanîne, hêzên ewlekarîya Îraqê jî li herêmê ketine di amadebaşiyan de.

Pustên heman beş