Topxaneyên Artêşa Tirkiyê du gundên li sînorê nahiya Batîfa ya ser bi navçeya Zaxo bi tundî topbaran kirin û di encama topbaranê de zirareke mezin a madî li ber şêniyên wan her du gundan ket û xeta elektrîka her du gundan jî têk çûn.
Kanala K24 ragihand; ji ber hebûna PKKê li deverê, îro danê nîvro topxaneyên artêşa Tirkiyê her du gundên Bankê Jor û Bankê Jêr bi tundî topbaran kirin, di encamê de zirareke mezin gihişt xanî, rez, bax, otomobîl û bostanên welatiyan.
Li gorî agahiyan, topbaran tenê 50 metre li xaniyên welatiyan dûr bû û ji ber topbaranê tirs li nav şêniyên wan her du gundan û gundên derdorê belav bûye.
Herwiha eşkere kir; ji ber topbaranê stûnên elektrîka her du gunadan têk çûn û elektrîk li ser wan gundan qut bûye û zirar gihiştiye cadeyan jî.
Devera ku îro hat topbarankirin, heman ew dever e ku beriya rojekê ji ber teqîna bombeyeke vedayî ya PKKê li ser rêyekê bi otomobîleke geştyaran de, du geştyarên Ereb canê xwe ji dest dan û otomobîl jî têk çû.
Her du gundên ku hatin topbarankirin, dikevin sînorê nahiya Batîfa û tenê 25 kîlometre ji navenda navçeya Zaxoyê dûr in.