Şehîdê pêşmerge “Tehsîn Tewfîq Bêduhî” kîye û çewa hat şehîd kirin?

Şehîd Tehsîn li sala 1995an bi general Fazil Berwarî re li Kanî Masê di çeperên bergirî kirin ji xaka Kurdistanê de bû

Ger mirov bixwaze dîroka kesên wilatparêz ku bi destê PKKê hatine şehîdxistin binvîse divê sebra Eyûb pêximber hebe, jiberku hejmara wan ewqas zêdene ku demeke pir dirêj pê divê, her wilatparêzek ku bi destê PKKê hatbe şehîd kirin çîrokek terajedîk heye, çiya bi çiya li Kurdistanê çûn û hatin kiriye daku xebatê ji boy welatê xwe bike, dest ji xwendina xwe berdaye, dest ji jiyana xwe a normal, ji zarok, Bav û dayik, heval û hogir û xizm û kesên xwe berdaye û ji bo azadiya Kurdistanê can li ser dest ji hemû kemîn û şer û tank û topên dujmin xelas bûye, lê ji kemîn û gulleyên PKKê xelas nebûye. Yek ji wan kesên wilat parêz şehîd “Tehsîn Tewfîq Bêduhî”ye ku bi destê qirêj yên PKKê di kemînek qirêj de tê şehîd xistin.

Gelo şehîd Tehsîn Tewfîq kîye?

Şehîd Tehsîn Tewfîq Bêduhî li 3/3/1957an, li gundê Bêduhê yê ser bi devera Berwarî Bala ji dayik dibe. Li sala 1976an dema hikûmeta Îraqê dest bi koçber kirina bi zor a kurdan li herêmên sînorî dike, şêniyên gundê Bêduhê jî tên koçber kirin, şehîd Tihsîn jî bi malbat ve koçberî Duhokê dibe û heya sala 1980yan piştî navê wî ji bo leşkerîya Îraqê tê, li meha 7 a sala 1981an biryar girt tevlî refên pêşmergeyên Kurdistanê bibe û bi awayek fermî ji hêla Hikûmeta Îraqê navê wî çû di nava lîsteya kesên ji yasayê derketî, ew bi alîkariya pismamê xwe ( Mihemed Salih Bêduhî) digehe gundê Pasê li devera Doskîya, li wir ew tevlî yekîneya şehîd (Mihemed Salih Butî) dibin û li wir dimînin.

Dema şehîd Tehsîn Bêduhî di nava refên pêşmergeyan de dest bi xebata ji boy azadiya Kurdistanê dike, dû zilamên hêzên ewlekariyê, du sîxur, du kesên xwefiroş ku yek ji wan şêniyê Duhokê bû û em naxwazîn navê wî li vir diyar bikin, diçin mala bavê şehîd Tehsîn û  jêre dibêjin kurê vê malê li kuderê ye? Ew xwedî jin û zaroke yan jî zigurde? Ger kurê te di dema 3 rojan de venegere mala xwe wê hemî endamên malbata wî werin zindankirin.

eşqa Kurdistana Azad, hêvyên ji boy azadkirina tev malbatên kurd, hêvyên azadkirina Kurdistana dayik dibin sedem ku şehîd Tehsîn ji çiya venegere

Ev xeber digihîje şehîd Tehsîn, lê eşqa Kurdistana Azad, hêvyên ji boy azadkirina tev malbatên kurd, hêvyên azadkirina Kurdistana dayik dibin sedem ku şehîd Tehsîn ji çiya venegere û dest ji erka xwe ya pîroz ku pêşmergayetî bû ber nede. Dema 3 roj derbas dibin û ew venagere, hevjîna wî û xuşkên wî diçin Hewlêrê û li mala Birayê şehîd Tehsîn anku (Enwer Bêduhî) bicî dibin, paşan li wir ber bi bajarê Silêmaniyê diçin û li mala birayê din ê şehîd Tehsîn anku (Ebdulqadir Bêduhî) nîştecî dibin. Dema hêzên ewlekariya rejîma Beis bi vê yekê dizanin tên û (Tufîq Bêduhî û Zilfê Babîrî) ku dibin bav û dayikên şehîd Tehsîn digirin û wan dişînin zindana Aloka û li wir salek û 2 mehan di zindana rejîmê de dimînin, ji ber îşkenceyên berdewam û rewşa herî xerab a zindanê çavên bavê şehîd Tehsîn rastî nexweşyekê tên, jiberku berpirsên zindanê rê nadin ew were tedawî kirin, di zindanê de her du çavên xwe ji dest dide û kure dibe.

Tehsîn Bêduhî li sala 1982an ber bi Îranê diçe, li kampa Zêwe a ser bi bajarê Ormîyê dimîne û li wir hin erkên pêşmergayetî ku pê hatine sipartin cîbecî dike, li sala 1984an ew dizivre Başûrê Kurdistanê û li gundê Xirabe bi cî dibe, li wir ew û hevjîna xwe bi dîtna hev şad dibin, dema 1 sal li wir dimînin û paşan li sala 1985an, jiber rewşa xerab ya bav û dayika xwe bi neçarî teslîmî hikûmetê dibe, û paşan tê efû kirin.

Şehîd Tehsîn li sala 1995an bi general Fazil Berwarî re li Kanî Masê di çeperên bergirî kirin ji xaka Kurdistanê de bû

Şehîd Tehsîn li sala 1995an bi general Fazil Berwarî re li Kanî Masê di çeperên bergirî kirin ji xaka Kurdistanê de bûn, dema ku wan xwestî vegerin nava malbata xwe de, bi Eyub Kareyî re ku pêşmergeyek birîndar bûye û komek din ya pêşmergeyan ku jin jî pêre bûn li 3/9/1995an li nêzî gundê Elkîşkê yê ser bi parêzgeha Duhokê ve ketine bîseya çekdarên PKKê û li wir çekdarên PKKê yekem car tayerên wesayîta wan bi gulleyan diteqînin, wesayîta wan ji rê derdikeve û dikeve di nehalekê de, dema ew ji wesayîtê peya dibin, şehîd Tehsîn dest dide tivenga xwe û xwest hevalên xwe ji êrîşa çekdarên PKKê biparêze, lê çekdarên bê rehim ew bi gulleya nîşaneşikênê şehîd xist.

PKKê 8 zarokên din hêtîm kirin

Çekdarên PKKê dîsa pêşmergeyek leheng, wilatparêzek kurd, bavê çend zarokan şehîd xist. PKKê di vê rojê de jinek 36 salî bê hevjîn kir, 8 zarokên wan ku pêwîstî bi xwedî kirinê û çavdêriyê bûn bêy bav hiştin, ev zarok di demekî de tên hêtîm kirin ku rewşa îkonomî a kurdistanê pirr xerab bû bi awayekî ku gel li pey gulên genimî digeran, nan, xwarin xwe parastin û jiyan pirr zehmet bû.

Niha em vê pirsê ji PKKê dikin, gelo zarokên şehîd Tehsîn wê çewa bikarn we efû bikin di demekî de ku heya niha jî cilên bi xwîn yên bavê wan, nasnameya bavê wan ku bi sedema gulleya nîşaneşikênên we kun bûye li ber çavên wane? Gelo guneha şehîd Tehsîn û zarokên wî çi bû ku bi destê Kurdekî û li ser xaka xwe bê şehîd xistin? Şehîd Tehsîn ne li nava parçeyek din a Kurdistanê nejî bi destê dujminekê nenaskirî ve hat şehîd xistin, ew li ser xaka Bav û Kalên xwe û bi destê Kurdekî ku ji boy biratiya gelan “Kole kirina Kurdan” dixebte hat şehîd xistin.

Pustên heman beş