Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa gihîşt Hewlêrê

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa gihîşt Hewlêrê

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê hate kirin.

Biryar e Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell di serdana xwe de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive. Li gor zanyariyan jî, yek pirsên sereke yên civînên wî, pirsa hilbijartinên Iraqê ye.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Eworpa Josep Borrell duhî 6/9/2021 gihîştibû Bexdayê û di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên de tekez kir, ew piştevanî û hevkariya Iraqê dikin ji bo hilbijartinên pak û dadperwerane werin kirin.

Hilbijartinên Iraqê biryar e roja 10ê Cotmeha bê were kirin û Yekîtiya Ewropa dê çavdêran ji bo cavdêrîkirina proseya dengdanê bişîne Iraqê.

Pustên heman beş