Zîndanîyek Kurd ji darvekirinê rizgarbû bi Koronayê mir

Osman Mistefapûr

Osman Mistefapûr zîndaniyê siyasî yê Kurd li Rojihlata Kurdistanê ku cezayê darvekirinê li ser bû, ji cezayê rizgar bû, lê belê paş pêketina wî bi vîrosa Koronayê can da.

Osman Mistefapûr, bi yêk ji kevnitrîn zîndanîyên siyasî yên Rojihlata Kurdistanê tê hesab kirin, berîya du hefteyan bi vîrosa Koronayê ket û îro roja sêşemî 7/9/2021 ê can da.

Hêjay gotinê ye, Osman Mistefapûr li roja 22/11/2019 ê ji zîndanê hatbû azad kirin, li roja 27/5/2020 ê jî tevlî Partîya Demokrata Kurdistanê Îranê bûye.

Osman Mistefapûr li havîna sala 1991 ê bi tuhmeta alîkarîya PDK-Iran yê hatbû desteser kirin û piştire cezayê darvekirinê bo derket, piştire cezayê wî bo 10 salên zîndan kirinê hat guherîn, piştire bo 25 salan.

Mistefapûr digel sê kesên din hatbû desteser kir, du ji wan hatin darvekirin û yekê din paş 8 salên zîndanê hatbû azad kirin.

Pustên heman beş