Li Kerkûk xelkê beşek ji gundan bi xwe nobedariya xwe dikin

Li Kerkûk xelkê beşek ji gundan bi xwe nobedariya xwe dikin

Beşek ji gundiyên bajarokê Dûbiz bi taybet gundên nahiya Sergeran bi xwe nobedariya gundên xwe dikin û xwe diparêzin.

Ev demek e êrişên DAIŞê li gundên derdora bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê zêde bûne. Herî dawî terorîstan êrişî gundên Şehel û Sêbîranê kirin, serbazekî Iraqî kuştin, gundiyek revandin û çend kes jî birîndar kirin. Piştî wan êrişan hêzên Iraqî ji tirsa DAIŞê ji wan deran derketin.

Ji ber wê jî xelkê wan gundan êdî bi xwe nobedariya gundên xwe dikin û xwe diparêzin.

Pustên heman beş