PKKê pêşmerge bi çete bi nav kirin

PKKê pêşmerge bi çete bi nav kirin

Di nivîseka xwe de li ser tevgerên hêzên pêşmerge ji boy rêgirîkirin ji dagîrkirina zêdetir ya herêma Metîna ji hêla Tirkiyê ve, yek ji fesad û fitneçiyên rûpela ANF ya PKKê pêşmergeyên kurdistanê bi çete bi nav dike û dibêje, ” Her çendî navê pêşmerge bi kar bînin jî, di van çeperên ku li dijî gerîla ava dikin de ti pêşmerge cih nagire û hemû hêzên kirêgirtîyên PDKê û mala Barzanî ne.”

Îro roja şemî 11/9/2021an, rûpela ANF ya PKKê weke karê xwe yê hertim rabûye û bi kêfa dilê xwe şiroveyên bê bingeh û derew li ser tevgerên hêzên pêşmerge di nava sînorê herêma kurdistanê de kirine, ANF bi awayekî basî van tevgeran dike ku kesek ne şehreze be wê wusa bifikire hêzên pêşmerge derbasî bakurê Kurdistanê bûne û dixwazin li bakur bingehên xwe danin.

PKKe dibêje, li herêma Metîna ji aliyê 2 hêzan ve tevgera PDK pêk tê, yek ji wan hêzan jî hêza zêrevaniye ku li aliyê başûrê Metîna, ango ji serê Metîna û heya girên Çarçêl û Hekkarî “PDK” tevgera xwe bi rêya vê hêzê pêk tîne ku di biniya vê hêzê de, “Hêzên komando û çeteyên Roj jî cih digrin”.

PKKe bi vê yekê rehet nabe û bê exlaqiya xwe pêtir xweya dike û dibêje, “Hêza Zêrevanî ew hêze ku berpirsê parastina malbata Barzanîye.” belê PKKe bi awayekî bê şerim bûye ku pêşmergeyên Zêrevanî yên ku li dijî şerê terorîstên DAIŞê de di çeperên bergirî kirin li kurdistanê de bûn û bi sedan şehîd û brîndar dane bi awayekî wêne dike ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine damezrandin û Tirkiya wan bikar tîne.

Êdî bê exlaqiya PKKê tev sînor derbas kirîne, PKKe êdî bûye darê di destê dewletên dujmin de û ne bi tenê ji boy dagîrkarên kurdistanê bûye pira derbas bûn û dagîrkirina take parçeya Kurdistanê, belku ji vê pêvetir hewl dide hemû sembol û pîroziyên kurdistanê bê nirx bike û li şûna wan sembolên xwe yên hizbî ku xizmeta kemalîstan dike dane.

Pustên heman beş