Li Kerkûkê li şûna berazan elektirîkê bi terorîstekî DAIŞê girt

Li Kerkûkê li şûna berazan elektirîkê bi terorîstekî DAIŞê girt

Welatiyê gundekî Kerkûkê, têlên elektrîkê yên ji ber berazên ku dihatin gund danîbûn ber zeviyên xwe yên çandiniyê, bi çekdarekî DAIŞê girt.

Di navbera gundên Sêbîran û Şehela Kevn yên li bajarokê Sergeran ê ser bi Dûbizê yê li rojavayê Kerkûkê, artêşa Iraqê bi rêya kamerayên çavdêriyê, çend çekdarên DAIŞê dîtine.

Piştî ku hêzên ewlehiyê cihê ku çekdarên DAIŞê lê bûn dorpêç kirin, şer û pevçûn di navbera wan de qewimî û hêzên artêşa Iraqê wê derê bi cih hiştine.

Êvara roja Înê 10ê Îlona 2021ê, ji aliyê cotkaran ve termê çekdarekî DAIŞê hatiye dîtin û piştî agahdarkirina hêzên ewlehiyê, termê wî ji bo bijîşkê dadî hatiye şandin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji polîsê Sergeran daye zanîn: “Li ser termê çekdarê DAIŞê, ti dewsa gulleyê tunebû, piştî pişkinîn û lêkolînê derket holê ku elektrîkê pê girtiye.”

Herwiha eşkere kir: “Cotkarên gund bi şevan bi rêya têlên elektrîkê, ji bo dûrxistina berzaran, ku bi şevan zerar didin çandiniyên wan, zeviyên xwe yên çandiniyê diparêzin, lê li şûna berazan çekdarekî DAIŞê pê ketiye û miriye.”

Pustên heman beş