Li navçeyên Erdîş û Bêgirê yên ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê îro 11ê Îlona 2021ê 57 koçber hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin timên Fermandariya Jendermeya Erdişê li ser rêya Erdîş û Elcewazê kamyonteke ku guman lê hebû dane rawestandin û di encama lêgerînê de di nava kamyonetê de 30 koçberên Efxan hatin desteserkirin.
Herwiha li gundên Şîvekara jorî û Arnesê ser bi navçeya Bêgirê jî 27 koçberên ji Efxanistan û Pakistanê hatin desteserkirin.
Li parêzgeha Wanê ku bi giştî 57 koçber hatin desteserkirin 3 kes jî bi îddîaya ku veguhestina koçberan rêkdixin hatin desteserkirin.