Yêk ji dironên êrîşa Hewlêrê bi vî rengî hat hedef kirin

wayne maroto-erbil- attack-airport (1)

Koalîsyona Navneteweyî agahî li derbarê êrîşa şeva derbasbûyî a li ser balefrgeha Hewlêrê belav kir û ragihand ku yekîneyên wan dironên ku êrîş pê hatîye encam dayîn xistine.

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî (Wayne Marto) îro roja yekşemî 12/9/2021ê got: li şeva derbasbûyî bi du dironeyên bi çek êrîşa hêzên me yên li balefrgeha Hewlêrê hat kirin, tu zirareke canî û maddî li pey êrîşê nehatine.

Dest nîşa kir, yêk ji dironên ku êrîş pê hatîye encam dayîn, ji hêla yekîneyên Koalîsyona Navneteweyî ve hatîye jinavbirin, û dirona din ketîye sînorê baregeha me, lê belê tu zirareke li pey nebû.

Marto Dibêjie: Her êrîşeke li ser Hikûmeta Îraqê, Herêma Başûrê Kurdistanê û Koalîsyona Navneteweyî bê kirin, serwerîya yasa û niştîmanî ji nav dibe û her wiha hêzên artêşa Îraqê, hêza Pêşmergehan û Koalîsyona Navneteweyî têxe xeteriyê.

Hêjay gotinê ye, li şeva derbasbûyî bi du dironeyên bi çek êrîşa balefirgeha Hewlêrê hat kirin, êrşên bi vî rengî yên li dijî yekîneyên Amerîkî û berjewendiyên Amerîkayê li mehên dawî zêde bûn, heta niha kesî berpirsyarîya êrşê li xwe negirtîye, lê belê komên Îraqî yên alîgirên Îranê ji boy van êrşan berpirsyar tên hesab kirin.

Li meha tîrmehê jî bi dironeyan li dijî balafirgeha Hewlêrê êriş hatbû kirin.

Pustên heman beş