Amerîka êrîşa ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike

usa-erbil-airport-attack (1)

Kunslxaneya Amerîkayê êrîşa şeva derbasbûyî ya li ser balefirgeha Hewlêrê bi tundî şermezar dike û radgihîne ku pişitgrîya Amerîkayê ya ji boy Başûrê Kurdistanê wê bidome.

Kunsxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê îro roja yekşemî 12/9/2021ê, êrîşa şeva derbasbûyî ya li ser balefirgeha Hewlêrê bi tundî şermezar kir ku bi rêya du balefirên diron yên bi çek pêkhatîye.

Kunslxaneya Amerîkayê dibêje: Dewama van êrîşan bi xeterî li ser serwerîya Îraqê tên hesab kirin, em pişitgriyê didin Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo lekolînê û dest nîşan kirina berpirsiyarên êrîşê.

Di daxuyanîya kunslxaneya Amerîkayê de hatîye ku Amerîka wê li ser pişitgrîya Herêma Başûrê Kurdistanê bidome.

Pustên heman beş