Eskerek Tirk û du çekdarên PKKê hatin kuştin

Eskerek Tirk û du çekdarên PKKê hatin kuştin

Şerê Tirkiyê û PKKê li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike, her dawî eskerek hat kuştin û du Gerîlayên PKKê jî can dane.

Li gorî daxuyanîya wezareta berevaniyê ya Tirkiyê, eskerek Tirk bi navê Umer Faroq Erdem, ji hêla çekdarên PKKê ve hatîye kuştin û yekê din birîndar bûye.

Ji hêla xwe ve, HPGê baskê serbazî yê PKKê duh roja şemî nasnameya du Gerîlayên xwe belav kir ku bi destê eskerê Tirk hatine qetil kirin.

Her wiha di êrîşên duh de, 2 Gêrîlayên PKKê li navçeya Avaşîn ya Başûrê Kurdistanê hatine hedef kirin.

Artêşa dewleta dagîrker paş kuştina eskerê wan, îro navçeyên Başûrê Kurdistanê bi teybet sînorê Batîfa û Zaxo topbaran kirine.

Ji encama şerê PKKê û Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, tenê zirar bi şêniyên Başûr dikeve, ji 15 tîrmeha sala rabûrî ve, bi dehan gund hatine çûl kirin û bi qasî milyarên dînaran zirar bi kertê çandinyê yê parêzgeha dihokê ketîye.

Pustên heman beş