Li Rojavayê Kurdistanê tevgereke siyasî ya nû hat avakirin

rojava-kurdistan-xewbun (2)

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê tevgereke siyasî ya nû bi navê “Tevgera Xwebûn” hat damezrandin û serokatiya wê siyasetmedarê Kurd Ebdulbaqî Yûsif dike, ew bi xwe jî kesayetiyeke siyasî ya naskirî ye li Rojavayê Kurdistanê.

Tevgera Xwebûn li bajarê Qamişlo îro Şemiyê 11ê Îlona 2021ê di konferanseke rojnamevanî de damezrandina xwe ragihand.

Li gorî daxuyaniya serkirdeyên tevgerê, ew ne partiyeke siyasî ne, lê pêwendiyên wan di meydana siyasî de berdewam dibin.

Endamên Tevgera Xwebûn dibêjin di vê rewşa aloz û zehmet de li Rojavayê  Kurdistanê, pêdivî bi lihevkirineke aliyên Kurdî heye

Serokê Tevgera Xwebûn Tevgera Xwebûn ji Rûdawê re got: “Ne li ber çavê me ye bibin partiyeke siyasî. Em dixwazin ev tevger guhertineke siyasî û hizrî ava bike di civaka kurdî de. Di vê dema ku xelk dûrî tevgera xwe ya siyasî ketiye ji encama nakokiyên her du  hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, em kar dikin îradeyeke azad û serbixwe, bibin xwedî biryara xwe, em dixwazin ku pêwendiyên me yên Kurdistanî hebin li ser bingeha rêzgirtina li hev.”

Bi gotina rêvebirên Tevgera Xwebûnê, ew bi mebesta pêşvebirina projeyên siyasî li deverê û serxistina diyalogên heyî di navbera aliyên nakok de dixebite.

Pustên heman beş