Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê îro TNT yek li ser rêya hêzên pasewanên sînorî yên Îraqê teqand, lê ti zirarên canî li pey xwe neanîn.
Îro roja yekşemî 12/9/2021an, li çiyayê Metîna gerîlayên PKKê TNT yek li se rêya hêzeke pasewanên sînorî yên Îraqê teqand ku ev hêz mijûlî çêkirina sengerên xwe bûn ji boy rêgirîkirin ji berevpêşhatina zêdetir a leşkirên Tirkiyê.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, PKKê li saet 10:00ê pêş nîvrojê ev TNT li ser rêya hêzên pasewanên sînorî de teqandiye û di encam de zirar gihaye “Qrêder” Bulldozera vê hêzê.