8 sal ser revandina endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê li taxeke Helebê re derbas dibin, û ta niha tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina wî de nehatiye der, û malbatê careke din banga xwe nû kir, da ku çarenivîsa wî diyar bikin.
Di 10ê meha 9an sala 2013an de girûpek ji çekdarên PYDê Ehmed Sîdo endamê PDK-Sê li taxa Şêx Meqsûda Helebê li pêş mala wî revand û berev cihekî nediyar ve bir, û ta niha tu nûçe derbarê jiyana wî de derneketiye.
Tevî hewlên berdewam ji malbata Ehmed Sîdo ji bo diyarkirina çarenivîsa wî, lê ta niha û piştî derbasbûna 8 sal ser revandina Sîdo re, tu agahî li ser wî tune ye, eger hîn di jiyanê de maye yan hatiye terorkirin û di salvegera 8an de malbatê banga xwe gihand aliyên pêwendîdar û berpirsiyar da ku bibin alîkar û çarenivîsa Ehmed Sîdo eşkere bikin û banga serbestberdana hemû girtiyan ji zîndanên rêjîm, PYDê û komên çekdar kir.
Ehmed Sîdo ji şêniyên gundê Hisê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye, û neşteciyê taxa Şêx Meqsûd bû, Navê wî di nava lîsteya ku ENKSê radestî fermandariya QSDê kiriye da ku çarenivîsa wan diyar bikin û serbestberdin. Di nava lîsteyê de, ji bilî Sîdo her yek ji
Behzad Dorsin Polîtbîroya PDK-Sê
Nîdal Osman – Rêxistina Dêrikê ya PDK-Sê
Cemîl Umer Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê
Idrîs Elo Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê
Fûad Îbrahîm Emîndariya Giştî ya ENKSê
Emîr Hamid Rêxistina Soz hene, lê li şûna serbest berdin, asta kiriyrên xwe di dermafê ENKSê û pariyên wê de bilind kir û çendîn navên din ji rojnamevan û çalakvanan zêde kirin weke:
Mihemed Deham Eyo Desteya Rawêjkariya PDK-Sê
Ebdulxefar Mihemed Encûmena Herêmî ya PDK-Sê
Mihemed Ehmed Salih Encûmena Herêmî ya PDK-Sê
Feremez Ebdulkerîm Hecî Ebdî Encûmena Şaxî ya PDK-Sê
Berzan Hisên Encûmena Şaxî ya PDK-Sê
Tevî bangên berdewam ji bo eşkerekirina şûn û cihên wan, lê PYDê ta niha tu danpêdan nekiriye ku berpirs e di ber revandin wan de berûvajî wê yekê roj bi roj kiryarên xwe dijî tevgera siyasî ya ne li gorî hizra wan gurtir dikin.