Bi êrîşa Pasdaran 4 Kurd bûn qurbanî

Bi êrîşa pasdaran 4 Kurd bûn qurbanî

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.

Îro danê sibê li devera sînorî ya Kendesor li nêzîkî bajarokê Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî 32 salî bi navê Resûl Kerîmî hat kuştin û 3 kolberên din jî birîndar bûn.

Kolberên ku birîndar bûne, ev in: Mihemed xelkê Bane, Ramiyar xelkê gundê Sebedlû yê Bane û Şêrzad xelkê gundê Dergaşêxan yê Bane.

Pustên heman beş