Topxaneyên rejîma Îslamî a Îranê, îro carek din navçeyên Berbizîn û Sîdekanê yên Başûrê Kurdistanê, topbaran kirin.
Li gorî agahiyên destê me, îro danê sibehê 13/9/2021ê topxaneyên rejîma Îranê carek din navçeyên bi navê Berbizîn û Sîdekanê yên li Başûrê Kurdistanê topbaran kirin.
Partîya Demokrata Kurdistanê-Îran “PDK-Îran” daxuyanîyek nivîskî weşand û ragihand ku îro saet 08:00 ê Sibehê hêzên rejîma Îranê navçeyên Berbizîn û Sîdekanê topbaran kirine.
Dest nîşan kir, “Di êrşên rojên rabûrî de, rejîma Îranê 16 diron bi karanîn û zêdetirî 15 caran, navçeya Berbizîn topbaran kirine”.
PDK-Îran di daxuyaniyê de her wiha dibêje: Rojane balafirên bê mirov li ser asîmanê navçeyê digerin, di encama êrîşan de, zirarek mezin bi xelkê sivîl ketîye, lê belê zirarên canî çênebûne”.