Li Efrînê di encama teqînekê de 3 çekdar hatin kuştin

Li Efrînê di encama teqînekê de 3 çekdar hatin kuştin

Li bajarokê Raco yê ser bi Efrînê ve, di encama teqîna bombeyekê bi otombîlekê de 3 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, hatin kuştin.

Jêderekî xwe cihî ji Efrînê ragihand, duhî li ser riya di navbera Raco û gundê Hec Xelîl de, bombeyek bi otomobîla çekdarên Firqeya El-Hemzat de teqiya di encamê de 3 çekdar hatin kuştin, yek ji wan serkirdeyekî wê grûpê ye û navê wî Amir Cinêd e.

Wî jêderî destnîşan kir, ev teqîn di çarçoveya şerê navxwe yê di navbera grûpên çekdar bi xwe de hatiye kirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, gelek caran li ser dizî, talanî, destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê, şer û nakokî di navbera çekdaran bi xwe de derdikeve.

Roja 5ê vê mehê jî bombeyek di otomobîleke çekdaran de hat teqandin û di encamê de çekdarek hatibû kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûbûn.

Pustên heman beş