Du berpirsên mezin yên PKKê mirin

pkk-kck-rojava-kurdistan-Îrfan Guler û Saît Uçlu (2)

PKKê îro mirina du berpirsên xwe yên dêrîn ragihand, li gorî Rêxistinê ev herdu kes bi nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Rêxistina PKKê îro roja sêşemê 14/9/2021ê di derbarê du rêveberên xwe yên Rojava Kurdistanê daxuyanî belav kir û têda diyar kir, Îrfan Guler bi nasnavê Adil Urfa û Saît Uçlu bi nasnavê Ferat bi nexweşyê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îrfan Guler di 14ê Adara 2021an de û Saît Uçlu jî di 29ê Adara 202an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Îrfan Guler ji damezirandinê ve li Siwêrekê tevlî PKKê bûye, heta sala 1980an di komîteya PKKê de erka sekreteriyê meşandiye, di dema darbeya 12 Îlona 1980an ketiye girtîgehê û di sala 2000î de serbest hatiye berdan.

Saît Uçlu jî di sala 1977an de li Dîlokê tevlî PKKê bûye, piştî darbeya 12ê Îlonê li navçeya Curnê Reş ya Rihayê rêvebirtî kiriye, paşê hatiye girtin û 20 sal di girtîgehê de may.

Li gorî dxuyaniyê Îrfan Guler û Saît Uçlu piştî ku girtîgehê der tên vedigerin nav PKKê û li çiya çalakiyên xwe meşandine.

Her çend ku rêxistina PKKê dibêje ku Îrfan û Saît bi nexweşiyê can dane, lê belê wexta mirina wan cîhê gomanê ye ji ber ku yêk li 14 yêk li 29ê adara îsalê mirine, hinek çavkaniyên Rojava Kurdistanê bi dûr nabînin ku Îrfan û Saît hatine tasfîye kirin.

Pustên heman beş