Hewlên kontrolkirina agirê li Dêrsimê destpê kirin

Dêrsim-agir (2)

Ji 13ê Îlona 2021ê heta niha daristanên bajarokê Pulurê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ve piştî bombebarankirina navçeyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dişewitin.

Hat ragihandin ji duho roja sêşemiyê 14/9/2021ê ve di demjimêrên êvarî de bi helîkopteran hewla kontrolkirina agirê daristanê destpê kiriye.

Her ku diçe agir rûberekî berfirehtir dide ber xwe, ji ber ku çûnûhatin li navçeyê qedexe ye welatî jî nikarin hewla vemirandina agir bidin .

Serokê Şaredariya Dêrsimê dibêje: “Di navbera gundên Xezku û Sevqu de ser bi bajarokê Pulurê piştî operasyona serbazî ya artêşa Tirkiyê agir bi daristanên navçeyê ketiye.

Pustên heman beş