p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Tirkiyê 8 Kurdên Rojhilat teslîmî El Nusra kirin

Hikûmeta Tirkiyê hejmareke penaberên Rojhilata Kurdistanê ku di xwestin derbasî Ewropayê bibin, desteser kirine û piştire dane destê çekdarên girûpa bi navê bereya Nusre yê li Sûriyê.
Çend roj berê Tirkiyê komek penaberên kurd yên xelkê Herêma Kurdistanê, ku hejmara wan 54 kes bûn û dixwastin ji Tirkiyê re derbasî Ewropa bibin, girtibûn û teslîmî çekdarên tendrew yên Sûriyê kiribûn.
Ew penaberên han bi hewlên hikûmeta Kurdistanê hatin azadkirin û gihîştin nav malbatên xwe.
Lê li gorî agahiyan, di nav wan penaberên Başûrî de 8 penaberên Rojhilatî jî hebûne ku heta niha li Sûriyê ne û tê gotin ku di destê çekdarên El Nusra de ne.
Ew penaberên han xelkê bajarê Pawe li parêzgeha Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Nav û nîşanên wan ev in:
-
Demawend Paksirişt
-
Mubîn Weledbêgî
-
Efşar Rostemî
-
Behmen Şadrewan
-
Mesûd Heyderî
-
Seîd Ehmedî
-
Ferdîn Derwîşpûr
-
Hîdayet Roxzadî




