Gundê Bankê bi sedema nêzîkbûna çekdarên PKKê tê topbaran kirin

pkk-duhok-kurdistan-turyey (1)

Topxaneya dewleta Tirk ya dagîrker, îro liv û tevgera çekdarên rêxistina PKKê li gundê Bankê kirin armanc û zirar bi malên gundîyan ketine.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê parvekirine, îro roja çarşemê 15/9/2021ê, topxaneya artêşa Tirkiyê gundê Bankê yê navçeya Batîfa girêdayî parêzgehîya Dihokê, daye ber topan û zirar bi 3 malan û erebeyekê ketine, lê belê zirarên canî çênebûne.

Rêxistina PKKê ev pêtirî salekê ye, liv û tevgera çekdarên xwe xistine nava gundan û dorbera bajarokan û ev yêk dibe sedem ku artêşa dagîrker dewam êrîşên hewayî û bejahî li van deran pêk tîne û zirar tenê bi şêniyên gundan dikeve.

Di dema 5 mehên rabûrî jî de, tenê li sînorê Dihokê 4 gund hatine vala kirin, dû hemwilatî şehîd ketine û 3 jî birîndar bûne.

Pustên heman beş