Mirna du kadroyên PKKê, şik û goman di nava kadroyên wê yên qedîm de çêkir

Mirna du kadroyên PKKê, şik û goman di nava kadroyên wê yên qedîm de çêkir

Rêxistina PKKê îro roja sêşemî 14/9/2021ê di derbarê du rêveberên xwe yên Rojava Kurdistanê daxuyanî belav kir û têda diyar kir, “‘Îrfan Guler” bi kodnavê Adil Urfa û “Seîd Uçlu” bi kodnavê Ferat bi nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Piştî vê daxuyaniya PKKê şik û goman di nava kadroyên PKKê de, bi taybet kadroyên qedîm de dirust bûn, jiberku PKKê ev du kadro di cîyekî ku dişibhî zindanê hiştibûn û bi zorê nivîs bi wan didan nivîsandin.

Çima şik û goman li ser mirina van du kadroyan peyda bû?!

Van du kadroyên PKKê ked û çalakiyên pirr zêde di nava refên PKKê de hene, ev du kadro ji wan kadroyên PKKê ne ku PKKe kirî PKKe, ji kadroyên destpêkî bûne, di zindan û hebsên dewletê de rastî îşkenceyên dijwar hatine, piştî ku hatine berdan dîsa qesta çiyê kirin û di nava refên PKKê de cî girtin, rexmê ku xwedî tecrûbe û ked û şiyanên xwe yên taybet jî bûn, lê PKKê ti pile û paye bi wan nedan, jiberku PKKe wan kesên ji zindanê azad dibin ji xwe re wek bela dibîne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, PKKê ev kesane li ciyekê ku dişibhî zindanê hiştin û li ser wan ferz kirin ku derbara dîroka PKKê û jiyana Ocalan binvîsin, van însanan bi ti awa hîs nekirin ku ew azadin, ev kesane kesên îdolojîk bûn, digotin PKKeya niha weke PKKeya serdema Xeyrî Dormoş nîne, her ji ber vê yekê PKKê ew di jûreke biçûk de di bin çavdêriyê hiştin û bi zorê li ser wan ferz kirin ku li ser dîroka PKKê û jiyana Ocalan binvîsin.

Mirina van du kesan di dema 15 rojan de, şik û goman li cem kadroyên kevin ên PKKê, bi taybetî kadroyên ji PKKê veqetiyayî de dirust kirine, bi awayekî ku niha di sosyal medyayê de bi tundî nîqaşê li ser mijara kuştina van du kadroyan tê kirin.

Pustên heman beş