PKKê 2 pêşmergeyên din jî şehîd kirin

PKKê 2 pêşmergeyên din jî şehîd kirin

Ji ber teqîna 3 bombeyên vedayî yên PKKê, 2 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.

Vê êvarê li geliyê Neqeba yê devera Nehlê ya li sînorê navçeya Akrê, sê bombe teqiyan û di encama teqînê de 2 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî agahdar, li ser vê mijarê piştrast kir ku bombeyên vedayî teqiyane û hejmarek Pêşmerge bûne armanc.

Di nava çend mehên borî de ji ber danîna bombe û mayînan ji aliyê PKKê ve, çendîn Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.

Pêş niha jî, Roja 21ê Tebaxa 2021ê, Wezareta Pêşmerge ragihand; beşa endezyariya serbazî ya hêzên piştevaniya yek a Wezareta Pêşmerge kariye bombeyeke vedayî li sînorê Zîna Wertê pûç bike, ku PKKê vedabû.

Herwiha roja 18ê Tebaxa 2021ê, navenda medyayê ya Wezareta Pêşmerge eşkere kiribû ku li sînorê navçeya Amêdî çekdarên PKKê bombeyek li ser rêya hatûçûnê ya Pêşmerge û xelkê deverê daniye û di encama teqîna bi wesayîteke Pêşmerge de, pêşmergeyek birîndar bûbû.

Dîsa di meha borî de roja 5ê Tebaxa 2021ê, hêzên Pêşmerge 65 kîlogram TNT ku çekdarên PKKê li ser rêya Amêdî – Dêrelûk danîbûn, pûç kiribûn.

Pustên heman beş