Rewşa saxlemiya jineke zindankirî ya Rojhilatê Kurdistanê di xeteriyê de ye

Rewşa saxlemiya jineke zindankirî ya Rojhilatê Kurdistanê di xeteriyê de ye

Rewşa saxlemiya Mûjgan Kaûsî, zindaniya siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê di zindana Evîn a Tehranê de di xetereyê de ye.

Li gor raporên rêxistinên taybet bi mafên mirovan li Rojhilatê kurdistanê, rewşa tenduristîya “Mûjgan Kaûsî”, lekoler û aktîvîsta siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ku di niha de di zindana Evîn de desteserkirî ye, ji ber rewşa xerab ya vê zindanê û nebûna pêdawîstên pizîşkî û kêmtirxemîya rayedarên vê zindanî di rewşeka xeter de ye.

Hêjayî gotinê ye ku navbûrî ji ber nexweşiya dil û tansiyona xwînê, çend mehin daxwaza destîriyê ji rayedarên zindanê kirîye û ragihandiye nikare di zindanê de bimîne û pêdivîya wê bi pizîşk heye, lê belê, ev daxwaza wê weke her car bi hêncetên cuda cuda hat redkirin.

Li gor gotina yek ji xizmên wê, zêdebarî rewşa xerab ya vê jine aktîvîsta Kurd di dema du hefteyên rabûrî de, rayedarên zindana evîn ti girîngî yek bi wê nedaye, ev yek jî bûye sedem ku xeterî bikeve ser jiyana wê û malbata wê jî nerazîbûna xwe diyar kiriye.

Pustên heman beş