Parêzgarê Dihokê: Cihê daxê ye Pêşmerge ji hêla «Dijimnekê ji dayîk û bab Kurd» werin şehîd xistin

Di teqîna mayînekê de ku rêxistina PKKê duh li ber rêya Pêşmergehan li sînorê Dînartê danabû, du efserên Pêşmergehan şehîd ketin, parêzgarê Dihokê li derbara bûyerê axuvî û go: “Cihê daxê ye Pêşmerge ji hêla dijimnekî ji dayîk û bab Kurd ve, werin şehîd xistin”.
Efserên Pêşmergehan “Hemdî Cabir û Îsmaîl Osman” duh roja çarşemê 15/9/2021ê di kiryara terorîstî a PKKê de, li sînorê navçeya Dînartê a Başûrê Kurdistanê şehîd ketin, îro ew di merasîmekê de li goristana Şaxkê ya Dihokê, bi axê hatin sipartin.
Dr.Elî Teter parêzgarî Dihokê, li derbara bûyerê ji boy nûçegihanê Rûdaw axivî û go: “Cihê daxê ye îro bibînîn Pêşmergehên Kurdistanê bi destê dijminên gelê Kurdistanê werin şehîd xistin, ji hêla hinek kesan ku ji dayîk û babekî Kurd jî ji dayîk bûne”.
Rêxistina PKKê di 10 mehên rabûrî de, 11 caran TNT û mayîn li ber rêya Pêşmergehan danane, piranî jê ji hêla Pêşmergehan ve hatine ji nav birin, lê belê li meha adara îsalê TNT yeke din a PKKê li sînorê Sîdekanê bi erebeya Pêşmergehan ve teqiya û Pêşmergehek bi navê “Tariq Qadir” şehîd ket û her wiha Pêşmergeyê bi navê “Mizefer Ferhad” birîndar ketbû.
PKKê ji meha 10 a sala 2020an 12 Pêşmerge şehîd xistine
Ev ne cara yekemîne, rêxistina PKKê kiryarên bi terzê terorê li dijî Pêşmergehên Başûrê welat encam dide, li sala rabûrî jî bi mayîn û TNT yan li Çemankê êrîşî hêza Pêşmergehan kir, hemwext li Amêdiyê û Sihêla.
Hêjay bibîr anînê ye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji dema ketina rejîma Sedam Hisên, dewam hewla paqijkirina dol û çiyayên Kurdistanê ji maynan dike ku li wexta xwe rejîma dîktator li ber Pêşmegehan di danan, lê belê rêxistina PKKê ji nû ve hatîye rêbaza Sedam girtîye û rêya Pêşmergehan TNT dike.
Rêxistina PKKê ku ji boy her çar perçeyên welat bûye bela û ser êş, ji meha 10 a sala 2020an, 13 caran êrîşa Pêşmergehan kirîye, her wiha di vê demê de, 12 Pêşmerge şehîd xistine.