Bi sedema PKKê îro jî xaka başûr hat bombebaran kirin

Bi sedema PKKê îro jî xaka başûr hat bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta tirkiyê, îro careke din bi sedema hebûn çekdarên PKKê sînorê nahiya Şêladzê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyên pêgeha Darka Mazî ku ji çavkaniyên xwe li Başûrê Kurdistanê dest xwe xistine, îro 16/9/2021an careke din balafirên şer ên dewleta Tirkiyê baregehên PKKê yên li navçeyên bi navê “Koçka” ku dikeve aqarê gundê “Sîte” yê Hoza Rêkaniya bombebaran kirine, ev bombebaran li saet “9:30 heya 10:00” pêş nîvrojê berdewam bûye.

Her weha hat ragihandin navçeya “Serê Sîlê” li gundê “Bêsepê” yê ser bi Hoza Rêkan jî ku dikeve çiyayê Kurejar li saet 1:20 nîvro ji hêla balafirên dewleta Tirkiyê ve bi sedema hebûna çekdarên PKKê hat bombebaran kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Şêladzê ev yek eşkere kir ku ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeyên wan û êrîşên berdewam yên dewleta Tirkiyê, şêniyên Şêladzê rastî zirar û ziyanên madî û menewî hatine, şêniyên Şêladzê daxwazê ji her du aliyan dikin, şerê xwe li navçeyên wan dûr bikin û vegerin qada xwe ya sereke ku Bakurê Kurdistanê ye û şerê xwe li wirr berdewam bikin.

Pustên heman beş