Serbest Lezgîn: Rêkeftina Şingalê weke pratîk nehatiye cîbicîkirin

Serbest Lezgîn: Rêkeftina Şingalê weke pratîk nehatiye cîbicîkirin

Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn li Washingtonê bi daxuyaniyekê diyar kir; navendên hemahengiyê bûye demeke kin li Xaneqîn, Kerkûk, Mexmûr û rojavayê Mûsilê hatine pêkanîn, du navendên sereke jî li Hewlêr û Bexdayê hatine pêkanîn û bûye demek dest bi kar kirine.

Serbest Lezgîn da zanîn, ew her du navend tîmek in ji efserên her du Wezareta Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevanî ya Iraqê, ji bo pêkanîna du lîwayên hevbeş kar dikin, bo parastina wan deverên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê temas in, eger mijara hilbijartinên 10ê Cotmehê yên îsal tune bûya, karên pêkanîna wan du lîwayan temam bûbûn.

Lezgîn eşkere kir: “Ev hemahengî destpêkeke gelek baş e, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çêbûye, bi taybetî di navbera dezgehên ewlehî û serbazî de.”

Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn li ser rêkeftina Şingalê diyar kir; aliyê Iraqê amadebûba xwe ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê daye nîşandan, lê asteng heye ji bo cîbicîkirina wê rêkfetinê, ew jî kom û çekdarên ji aliyê PKKê ve hatine pêkanîn, li Şingalê têne arastekirin.

Serbest Lezgîn da zanîn, ew alî ji Rojava têne nav Çiyayê Şingalê, da ku rewşa wê deverê têk bidin.

Lezgîn destnîşan kir: “Rêkeftina Şingalê weke pratîk nehatiye cîbicîkirin, lê belê amadebûn ji aliyê Iraqê ve ji bo vê mijarê heye, ji bilî vê, komek ji Heşda Şeibî piştevaniya wan çekdar û milîsan dikin ku heta niha li Şingalê ne, ku divê hikûmeta Iraqê, wan ji wir derxîne û awareyên Şingalê vegerin cih û warên xwe.’’

Pustên heman beş