Li bajarokê Bane pasdarên Îranê kolberekî din kuştin

Li bajarokê Bane pasdarên Îranê kolberekî din kuştin

Pasdarên Îranê li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî din kuştin.

Malpera mafên mirovan a Hengawê diyar kir, roja 16ê vê mehê li deverên sînorî yên bajarokê Bane li parêzgeha Sine pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Mihemed Emîn Qadirî can da.

Ew kolberê han xelkê bajarokê Bane bûye.

Li gorî amaran, di heyama 8 mehên borî de herî kêm 8 kolber li devera Bane hatine kuştin.

Pustên heman beş