Ebdulrahman Dilipak kî ye? li ser Ocelan çi got?

Ew rojnamevan û nivîskarek tirk e, bi giştî bi nasnameya xwe ya îslamîst û rastger tê nasîn. Çîroka jiyana wî pir balkêş e. Ew ji sala 1969 an vir de di cîhana medya û siyasetê de navek pir nasyare.

Ew ji ber rojnamegerî û têkilîyên bi dewletê rê yên bênavber wekî karmend û zilamê dewleta kûr jî tê zanîn. 

Dîlîpak bi daxuyaniyên xwe yên girîng û piştevaniya dewletê di demên tengasiyan de tê nasîn.  Ji ber vê yekê, di wateyekê de, Dilipak ji bo dewletê diaxive. Heman dem ew eqilê dewletê ye. Di vî warî de nirxandina Ebdurrahman Dilipak a li ser Evdila Ocelan pir girîng e.

Ebdulrahman Dilipak derbara Ocelan dibêje:

“Evdila Ocelan bi rastî wekî kujerê zarokan tê nivîsandin û xêz kirin, lê ew ne biyanî ye, ew ji malbatê ye.  Evdila erê, bi rastî, ew di salên zanîngehê de diçe nimêjê, ew kesek bû ku li hawîrdora klûba ramanê (ya Mit ê) li derdora Hesen Celal Gûzel cî digirt. Ew ji salên zanîngehê we bi dewletê re têkildar e.  Jina wî (kesire) ajana Mît ê bû û xezûrê wî jî li Mîtê xwedî Wezîfeyeke girîng bû. Li Şamê Ew xaniyê ku Evdila Ocelan lê dijiya, li qata jorî ataşeyê leşkerî û li qata jêrîn jî berpirsê Mît ê lê dirûnişt. Ji ber vê yekê gava kû ez dibêjim Apo yêkî ji malbatê ye, dixwazim bêjim ku ew ne bîyanî ye. Aaa, ango Apo jî mexdûrê pergalê ye. Pergalê em weke termînator wiha afirandin”.

Pustên heman beş