HPGe: Helîkoptereka Tirkiyê ji ber «Milîtanên Apo» ji Kêste revîya!

Helîkoptereka Tirkiyê ji ber «Milîtanêtîya Apo» ji Kêste revîya!

Pênc çekdarên rêxistina PKKê ketin ber mûşekên balefirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê û can dan, rêxistina PKKê jî dibêje: Milîtanên Apo helîkopterek neçar kir ji qadê bireve!.

Li gorî daxuyanîya wezareta navxwe a Tirkiyê ku îro roja yekşemî 19/9/2021ê parvekirîye, di êrîşekê de ku balefirên bê pîlot li çiyayê Herekolê yê parêzgeha Sêrtê li Bakurê Kurdistanê encam dayî ye, 5 Gerîla hatine kuştin.

Rêxistina PKKê li derbarê vê êrîşê tu agahî nedane, lê belê duh roja şemî HPGê daxuyanî da û got: Gerîlayan 2 esker ceza kirine û helîkopterek derbe kirîye!.

Li gorî HPGê, Gerîlayan du esker li devera Avaşîn ya Başûrê Kurdistanê ceza kirine.

HPGê dest nîşan kir, helîkoptereka artêşa Tirkiyê jî li 17 vê mehê ku dixwest gundên Hiror û Kêste bombebaran bike, ji hêla Gerîlayan ve hat derbe kirin û neçar ma ji qadê bireve.

Di dewama daxuyanîya HPGê de hatîye: Gerîlayan bi vîna mîltanêtîya Apo!! Şer kirin û nehiştin dijimin pêşve were.

Pustên heman beş