Berpirsê Îstixbarata HPGê bazirganekê Kurd û hevjîna wî bi çeqokê kuştin

Berpirsê Îstixbarata HPGê bazirganekê Kurd û hevjîna wî bi çeqokê kuştin

Her ku diçe tewan û cînayetên hov yên PKKê pêtir eşkere dibin, herî dawî li destpêka vê mehê, berpirsê Îstixbarata HPGê, endamên malbateke Kurd, bi çeqokê kuştin û pereyên wan birine.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê, cînayeteke hov a rêxistina PKKê eşkere kir, ew jî qetilkirina malbateke Kurd a bajêrê Kobanîyê ye ji hêla berpirsê Îstixbarata HPGê ve.

Çavkaniyên me di teqîba vê tewanê de, agahî bi dest xistine ku kesê bi kod navê “Botan” ku kadiroyê PKKê ye û yêk ji berpirsên Îstixbarata HPGê ye li Kobanîyê, li şeva 31/8 ser 1/9/2021ê bi ser mala kesê bi navê “Esaf Muslim Ebas” de girtîye û ew li gel hevjîna wî a bi navê “Rûken Hisên” bi awayekî hov qetil kirine.

“Esaf Muslim Ebas” temen 32 sale, ji şêniyên gundê Qeceriyê ye ser bi Kobanîyê ve û ji hoza Qorbege, ofîseke “hewalat û guherîna pereyan” li Kobanîyê heye û mala wî jî her li navenda Kobanîyê ye, hevjîna wî Rûken jî 25 salî ye.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kirin, berpirsê Îstixbarata HPGê yê Kobanîyê kesê bi kod navê “Botan” pereyekê mezin ji ofîsa Esaf birbûn û ji boy birayê xwe yê li Bakurê Kurdistanê şandibûn, loma Botan biryar girt Esaf û malbata wî qetil bike ji bo ku mijara şandina pereyan îfşa nebe.

Li şeva 31/8 ser 1/9 Botan bi ser mala Esaf de digre û wî û hevjîna wî ya bi navê Rûken bi awayekî hov bi çeqokê qetil dike û zarokê wan jî yê bi navê “Mistefa Esaf” birîndar dike.

Paş derbasbûna dû hefteyan ji nûve Asayîşa PYDê a girêday PKKê, li roja 13/9/2021ê daxuyanî da û ev tewan weke cînayeteke asayî nav kir û got: Me encamder desteser kirine û wê bigin cezayê xwe.

Daxuyanîya Asayîşa PYDê, ji hêla “Kawe Hemo” kadoroyê Asayîşa PYDê ya bi navê “Hêzên navxwe yên Herêma Firatê” ve hat xwendin û ji boy peçinîna vê tewana PKKê, wî ev qetilam weke cînayeteke asayî nav kir û tenê go: “Em sersaxîyê ji malbata Esaf re dixwazin, lekolîn dewam dike”!.

Hêjay gotinê ye, ev tewan yeke ji hezaran tewanên hemawa ku rêxistina PKKê û baskên wê li dijî şênîyên sivîl, şirket, bazirgan û bizinzmenên Kurd li Rojava welat encam dide.

Pustên heman beş