Tevî rêgirî û zehmetiyan vegera koçberên Efrînê berdewam e

Tevî rêgirî û zehmetiyan

Tevî rêgirî û zehmetiyan ji aliyê PYDê li aliyekî û binpêkirin û kiryarên komên çekdaran li aliyekî din dîsa jî pêla vegera malbatên Efrînê ji koçberkirî, derbider û penaberan nehatiye rawestandin rojane çendîn malbat ji deverên cûda cûda vedigerin ser zêdên xwe.

Derbarê dawîn agahî li ser pêla vegerê jêderên agahdar ji ARKê re dane zanîn ku 14 malbat ji koçberkiriyên kampên Şehbayê, derbiderên li Helebê herweha penaberên derveyî welêt vegeriya ser hal û warên xwe.

Li gorî jêderê, malbatên ji Şehbayê nikarin bi hêsanî derkevin ji ber PYDê derdora kampan mayîn çendine, lê bi hemangî bi qaçaxciyan re, ji kampan derdikevin û rû li bajar û gundên xwe digirin, herweha bi rê de gelek astengî têne pêşiya wan, û ji bilî dana pereyên zêde ji bo rênîşanderan ku her kesek bi 250 – 300 dolarên Emerîkî xwe digihîne Efrînê.

Li aliyekî din rêjîma Sûriyê hemahengiya bi PYDê re dike, û rê li ber vegerê digire, di heyva bûrî de 35 malbatên Efrînê li derdora Helebê ji aliyê furqeya 4ê ya ser bi rêjîma Eesd ve hatibûn girtin û ji bo PYDê hatin radestkitin û ji bo kampan hatin vegerandin.

Li taxên Helebê jî li her yek ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hin taxên li kurd lê dimînin, rojane hejmarek mezin ji malbatên Efrînê xwe digihênin Efrînê, tevî ku ew jî rastî tengaviyan di rê de tên, ku beriya demekê li ser rêbenda komên çekdar li bajarokê Cerablusê bi dehan malbatên Efrînê yên ku dixwestin vegerin rê li ber wan girtibûn piştre gihiştin gundên xwe.

Serbarî koçberkiriyên li kampên Şehbayê û derbiderên li Helebê, bi dehan malbatên penaber ji Lubnanê, Turkiyê û herêma Kurdistanê jî berê xwe didin ser mal mûlkên xwe, lê çavdêr û siyasetmedar piştrast dikin ku divê piştevaniyek ji vê pêlê re were kirin, û malbatên vedigerin bi hêsanî dar û zeviyên û malên xwe yên ji aliyê çekdaran ve hatine desteserkirin werin vegerandin.

Lê li hember wê yekê PYDê berûvajî kar dike, û propaxandayê dike û xelkê dixapîne ku hebûna Efrîniyan li kampên Şehbayê berxwedan û rûmetî ye, Efînî jî tekez dikin ku mebest ji mana Efrîniyan da ku bibin mertala mirovî ji bo Nibul û Zehrayê re û mana wan çespandineke ji proseya guhertina demoxrafî ye, lewma banga bilez dikin ku çareserî bi tenî di vegerê de ye ji ber bi tenê veger dê guhertina demoxrafî ji nav bibe û planan bişkîne.

Pustên heman beş