Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter îro hat bibîranîn

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter îro hat bibîranîn

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter, îro di salvegera kuştina xwe de, hat bibîranîn.

Îro rewşenbîr û nivîksarê Kurd Musa Anter, di salvegera kuştina xwe de ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn. Parêzgariya Mêrdînê, bi hinceta bîranîna Musa Anter li bajêr hemû çalakî heta dema 15 rojan qedexe kir.

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter, 29 sal berê 20ê Îlona sala 1992an li Diyarbekirê ji aliyê JÎTEMê ve hat kuştin. Îro Musa Anter, di salvegera kuştina xwe de li taxa Seyrantepe ya Diyarbekirê li cihê bûyerê û li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê ser bi navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê, ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.

Xelatên “Pêşbaziya Rojnamevanan a Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad” jî eşkere bûn. Xelat îro wê di saet 6ê êvarê li “Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şaredariya Navçeya Şîşlî ya Stenbolê” bên belavkirin.

Musa Anter sala 1920an li gundê Sitîlîlê ser bi navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1944an de ligel Ayşe Hale Zapsu ya keça rewşenbîrê Kurd Evdirehîm Rehmîyê Hekarî (Zapsu) zewicî. Rehmiyê Hekarî jî zavayê malbata Bedirxanîyan bû. Sê zarokên Musa û Hale Anter bi navê Anter, Rahşan û Dîcle çêbûn.

Musa Anter sala 1943an di avakirina Dicle Talebe Yurdu de cih girt û di navbera salên 1960 – 70an de li ser rewşa Kurdan rojnameyên weke Dicle’nin Kaynagi, İleri Yurt derxsitin. Herwiha yek ji damezrênerên Navenda Çandê ya Mezopotamya û Enstîtuya Kurd a Stenbolê bû.

Ji ber nivîsa xwe ya bi navê Qimil hat dadgehkirin, di her sê derbeyên leşkerî yên li Tikriye pêk hatin de, ji ber nivîs û daxuyaniyên xwe hat girtin. Di 20ê Îlona 1992an de li Diyarbekirê ji aliyê hêzên tarî JÎTEMê ve hat kuştin. Pirtûka wî ya bi navê “Bîranînên min” ji aliyê nivîskarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Izzedîn ve bi Soranî hat wergerandin.

Pustên heman beş